Ebû Bekir Bexdadî li Mexmûrê bû
Berpirsê şaxa Mexmûrê ya PDKê Necat Elî ji BasNewsê re aşkere kir ku, cihên ku wan rizgarkirine Hêzên Pêşmege li wan cihan hatin cîgîrkirin û palneke nû heye ji bo çend cihên din rizgarbikin û li eniya Mexmûr-Guwêr morala Pêşmergeyan bilinde û ya çekdarên DAIŞ berve nizimbûnê ye.
Necat Elî got jî:“ Me hin gund azadkirin ku ji sala 2003`an ve ne di destê me de bûn, wate me hin navçe azadkirine li cem me navçeyên nû ne wek, gundê Carula ku, me xistibû bernameya me danîbû, çûnkî cigrafiya meye û ji navçeyên bi arîşene“.
Necat Elî da zanîn ku“ Me emîrekî bi navê Ebo Seqir kuşt, yên din jî şer nekirine û niha di nav wande derbarê ku, çima şer nekirin û hêz bo wan nayê nakokî ketine rojevê“.
Necat Elî weha axaftina xwe qedand:“ Şeva ku DAIŞ`ê êrîşe ser axa Herêma Kurdistanê kirin û berve bajarê Mexmûr û Hewlêrê hatin, Ebo Bekir Bexdadî jî ligel çekdarên DAIŞ`ê bû û heta derdora bejarê Mexmûrê hatiye û serpereştiya wî şerî kiriye“.
Basnews
