• Monday, 16 February 2026
logo

20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media December 4, 2014 Nûçe
20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Di encama operasyonên li Selahadîn û Enbarê de zêdetirî 20 cekdarên DAIŞê hatîn kuştin.


Fermandarê Polîsên yê Selahadînê Mihemed Fehdawî ragihand ku wan li herama Tikrît, Hawz, Secariyê, Temîm û Burîşê bi piştevaniya mîlîsên eşîretan li dijî DAIŞê operasyonek berfireh pêkanîne.


Fehdawî diyar kir ku li Tikrîtê zêdetirî 20 çekdarên DAIŞê kuştine û li herêma Celam Samara ya giredayî Selahadînê jî zirar danê 8 wesayîtên rêxistinê.


DAIŞê 11 Hezîranê Selahadîn dagir kiribû.

Tikrît girêdayî Selahadînl ye û 140 kilometrayan dûrî Bexdayê û dikeve rojavayê bakûrê bajêr.


Rudaw
Top