20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Fermandarê Polîsên yê Selahadînê Mihemed Fehdawî ragihand ku wan li herama Tikrît, Hawz, Secariyê, Temîm û Burîşê bi piştevaniya mîlîsên eşîretan li dijî DAIŞê operasyonek berfireh pêkanîne.
Fehdawî diyar kir ku li Tikrîtê zêdetirî 20 çekdarên DAIŞê kuştine û li herêma Celam Samara ya giredayî Selahadînê jî zirar danê 8 wesayîtên rêxistinê.
DAIŞê 11 Hezîranê Selahadîn dagir kiribû.
Tikrît girêdayî Selahadînl ye û 140 kilometrayan dûrî Bexdayê û dikeve rojavayê bakûrê bajêr.
Rudaw
