• Monday, 16 February 2026
logo

DYAyê ji bo bajarên kurdan hişyariya êrişê da

Gulan Media December 4, 2014 Nûçe
DYAyê ji bo bajarên kurdan hişyariya êrişê da
Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) ragihand ku rewşa bajarên Bakurê Kurdistanê arame lê ew yek dikare bê guhêrtin.

Balyozxaneya DYAyê ya Enqere di daxuyaniyeke de diyar kir ku avahiya Hikûmeta Dijbereya Sûriye ya li parêzgeha Dîlok a demkî dibe ku bibe hedefa êrîşan.

DYAyê derbarê ka kî wê êrişê plan dike, ti agahî neda.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rewşa bajarên rojhilata başûrê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) arame lê ew yek dikare bê guhêrtin.”

Herwiha DYAyê hişyarî da hemwelatiyên da ku ji sînorê Sûriyê dûr bikevin.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Mijdara 2013an ji aliyê dijbereya Sûriyê û Hevpeymaniya Niştimanî ya Şoreger ve hatibû avakirin.

Navenda Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ya ku diwaze rejima Beûar Esed têk bibe, li parêzgeha Dîlok e.

Rudaw
Top