Elmanya 40 milyon euro pêşkêşî koçberên Sûriyê dike
Di daxuyaniyekê de Wezîrê Derve yê Elmanya Frank–Walter Steinmeier got: “Bi hezaran Sûrî ji ber şerekî xwînî ji welatê xwe reviyane û pêwîstiya wan bi alîkariyên derve heye, tiştekî nelojîkî ye ku malbatên Sûrî birçî û di bin serma û seqemê de bimînin ji ber nebûna kelûpelên di dest rêxistinên hawarçûnê de.”
Frank–Walter Steinmeier diyar kir jî ku “Di daxuyaniya xwe de ya ku di 28ê Cotmeha bûrî de imzekiriye, grûpa navdewletî soz da ku ew koçberên Sûriyê di serpêhatiya wan de bi tenê nahêle, pêwîste piştî vê daxuyaniyê jî kar bên kirin.”
Navbûrî da zanîn ku, di qonaxa destpêkê de wê demildest hikûmeta Elmanya 15 milyon euro ji bo peydakirina pêwîstiyên koçberên Sûrî li Urdin, Libnan û Tirkiye xerç bike. Di qonaxa duyem de jî wê 25 milyon euro xerç bike ji bo avakirina kampan ji bo hewandina koçberan di werzê zistanê de.
Basnews
