Gerdî zanyariyên nû li ser Kobanê aşkere kirin
Îro,4ê Mijdarê, ew hêza Pêşmerge ya ku roja 31ê Cotmeha bûrî ji bo piştevaniya şervanên Kurd di şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, derbasî bajarê Kobanê bûbûn, vegeriyan Başûrê Kurdistanê.
Piştî gehiştina wê hêza Pêşmerge bo frokexaneya Hewlêrê ya navdewletî, Fermandeyê wê hêza Pêşmerge Ehmed Gerdî got: “Dema em çûn Kobanê, ji sedî 20 ji bajêr di dest şervanên Kobanê de bû, Hêzên Pêşmerge karîn nêzîk 35 ji sedî ji axa kobanê vegerîne, niha jî ji sedî 55 ji axa Kobanê di dest şervanên Kurd de ye.”
Vegera vê hêza Pêşmerge piştî wê yekê hat ku, pêr 2ê Mijdarê hêzeke 150 kesî ya din ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbasî Kobanê bûn û cihê wê hêza berê ya Pêşmerge girt.
Li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistan, Amerîka û Tirkiye de, dê erkê Hêza Pêşmerge 3 mehan li Kobanê bidome, dê her meh jî ew hêza Pêşmerge bi hêzeke din were veguhertin.
Basnews
