• Monday, 16 February 2026
logo

Li girtîgeha Sine girtiyekî Kurd canê xwe ji dest da

Gulan Media December 4, 2014 Nûçe
Li girtîgeha Sine girtiyekî Kurd canê xwe ji dest da
Di çarçoveya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li seranserê girtîgehên Îranê, girtiyekî siyasî li gitîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Li gor raporteke Kampaniyaya Bergirîkirinê li Girtiyn Siyasî û Sivîl, Subhan Gulbendî ku ji xelkê Kamîrane û girtiyekî siyasî ye, bi sedema nebûna derman û çavdêriya pizîşkî û rêgirîkirina berpirsên girtîgeha Sine li dermankirina wî, roja 3 Kanûnê canê xwe ji dest da.

Kampaniyaya navbûrî da zanîn ku, heta niha termê Subhan Gulnedî li cem dadê pizîşkî yê Sine ye û hê termê wî radestî malbata wî nekirine.

Di salên bûrî de, di girtîgeha navednî ya Sine de û bi sedema derman nekirinê, çendîn bûyerên ji vî awayî rûdabûn.

Basnews
Top