Serok Barzanî proje qanûna nasandina Helebce weke paytexta aştî ya Kurdistanê pesend kir
Serokê Kurdistanê proje qanûna nasîna Helebceyê weke paytexta aştî ya Kurdistanê pesend kir.
Di vê derbarê de Şewirmendê karûbarên qanûnî yê Serokê Kurdistanê ragehand ku îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî proje qanûna nasîna Helebceyê weke paytexta aştî ya Kurdistanî îmze kir û piştî belav bûna biryara han ji aliyê rojnameyên fermî ve vê were cîhbicîh kirin.
Şewirmendê karûbarên qanûnî yê Serokê Kurdistanê Azad Mela Fendî eşkere kir ku lazime civata wezîran jî karûbarên pêwîst yên bo cîhbicîh kirina biryara han cîhbicîh bike.
Weke tê zanîn di dawiya meha Eylûlê de Parlementoya Kurdistanê proje qanûna nasîna Helebceyê weke paytexta Kurdistanê pesend kiribû û li gor proje qanûna han tevahiya karûbarên pêwîst bi aştî û konferansên curbicur yên derbarê aştî û rewşenbîrî de vê li vê bajarê werin lidarxistin.
