• Monday, 16 February 2026
logo

Li Celewla 1500 milîşiyayên Şîe hatine belavkirin

Gulan Media December 4, 2014 Nûçe
Li Celewla 1500 milîşiyayên Şîe hatine belavkirin
Fermandeyê Operasyonên Dîcle Ebdulemîr Zeydî ragehand ku 1500 milîşiyayên Şîe li nehya Celewla hatine belavkirin û niha qezayê diparêzin.

Di civîneke çapemeniyê de Fermandeyê Operasyonên Dîcle Ebdulemîr Zeydî got: ‘’1500 çekdarên Şîe ku wek (Hişd El-Şabî) tên naskirin, li nehya Celewla hatine belavkirin. Herwiha me bi armanca parastina asayîşa qezayê ligel milîşiyayên Şîe lijneya hevbeş a ewlekariyê pêkaniye.’‘

Li gor Zeydî, niha hêzên ser bi Artêşa İraqê li gundên sînorê Qeretepe, Sadiye û nehya Tibiç a Hemrîn in û bi pêşkirina wan mîn û mayînan ve mijûl in ku çekdarên DAİŞ’ê danîbûn daku koçber vegerin ser mal û milkên xwe.

Herdu nehyeyên Sadiye û Celewla, du nehyeyên Kurdistanî ser bi qezaya Xaneqîn in. Piştî azadkirina wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge, Artêşa İraqê û milîşiyayên Şîe ve, niha ew milîşiya li wan navçeyan belav bûne û welatiyên Kurd jî nerazîbûna xwe nîşan didin.

Basnews
Top