• Monday, 16 February 2026
logo

IRAQ/SÛRIYE- 25 çeperên DAIŞê hatin bombebarankirin

Gulan Media December 4, 2014 Nûçe
IRAQ/SÛRIYE- 25 çeperên DAIŞê hatin bombebarankirin
Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) û hêzên hevpeymaniya navdewletî ji 8 Tebaxa heta niha zêdeterî hezar êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêkanîne.


Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê (CENTCOM) ragihand ku hezar û 142 êrişên asmanî li dijî DAIŞê hatine kirin.


CENTCOMê eşkere kir ku di nava sê rojên borî de li Iraq û Sûriyê 18 êrîşên asmanî li dijî DAIŞê hatine pêkanîn.


Artêşa DYA û hêzên hevpeymaniya navdewletî çekdar û çeperên rêxistina DAIŞê li Mûsil, Ramadî Tilefer, Şingal, El Qaim û herêma Felûceyê 11 caran bombarankirin.


Hat zanin di encama wan êrîşan de 24 wesayît, 6 avahî, 6 stare û hin yekîneyên DAIŞê hatin jinavbirin.


Di encama 14 êrîşn asmanî yên li Sûriye jî de 25 çeperên şerî, wesayîtek û yekineyek a DAIŞê hatin têkbirin.


Piştevaniya wan êrişa Bahreyn, Ûrdin, Erebistana Siûdî, Awustralya, Belçika, Danimarka, Fransa, Holland û Birîtanyayê kir.

Rudaw
Top