Ji Hak-Parê gava kurdî
Hak-Par 22 salê hatiye damezrandin û heta niha tenê şaredariya Konukbekler a girêdayî Mûşê di hilbijartina 30ê Adara 2014an de, ji 1472 dengan, bi 876 dengan qezenc kiriye.
Şaredarê Konukbekler Mahmut Subaşî ji Rûdawê re got bi derfetên kêmasî pirsgirêka kanalîzasyona bajarok çareser kirine.
Subaşî ragihand ku 7-8 kilometre rê jî asfalt kirine û got, “Em îdia nakin ku me pir xizmetên baş kirine lê ez dikarim bibêjim bi budçeyek kêm, ji rêvebiriyên berê me gelek zêdetir xizmet dayê.”
Şaredarî da zanin ku wan reyên gundan jî çêkirine.
Subaşî anî ziman ku ji bo navê bajarok bi fermî bikin kurdî ji Meclîsa Şaredariyê biryar derxistiyê û wiha got:
“Me navê şaredariyê kir ‘Şaredariya Anza’. Paşê jî me navê hin gundan guhêrt. Navê gundên mayîn jî emê paşê biguhêrin.”
Subaşî destnîşan kir dê rojên bên li Navenda Çandê ya bajarok xebatên li ser huner û çanda kurdan dest bi xebatan bikin.
Rudaw
