• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê pêşmerge û wezîrê parastinê yê Crovatiayê civiyan

Gulan Media December 4, 2014 Nûçe
Wezîrê pêşmerge û wezîrê parastinê yê Crovatiayê civiyan

Wezîrê pêşmerge yê hikûmeta Kurdistanê li gel wezîrê parastinê yê Crovatiayê civiya.

Îro wezîrê pêşmerge yê hikûmeta Kurdistanê pêşwaziya heyeteke leşkerî ya Crovatiayê bi Serokatiya wezîrê parastinê yê wê welatî kir.

Di civînekî de çendîn pirs û babetên girêdayî bi hêzên pêşmerge hatin nîqaşkirin.

Her di civîna han de hevdem li gel nirxandina rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê û rewşa hêzên pêşmerge, behsa çawetiya hevkarî kirina hêzên pêşmerge ji aliyê Crovatiayê ve hate kirin.

Her di vê derbarê de heyeta Crovatî eşkere kir ku ew gelê Kurd û hêzên pêşmerge weke dost bo xwe hilbijartine lewre amadene di her warî de hevkariya gelê Kurd û hêzên pêşmerge bike.
Top