• Monday, 16 February 2026
logo

Taner Yildiz serdana Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media December 3, 2014 Nûçe
Taner Yildiz serdana Herêma Kurdistanê dike
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiye Taner Yildiz serdana Herêma Kurdistan û Iraqê dike, parlementerek jî çend zanyariyên girîng li ser serdanê aşkere dike.

Li got zanyariyên BasNewsê, biryara di heyama bê de Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiye Taner Yildiz serdana Iraqê bike û ligeê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hoşiyar Zêbarî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive, piştitr dê serdana Herêma Kurdistanl bike û ligel rayedarên Kurdistanê bicive.

Di vê derbarê de, Parlementerê Iraqî Erefat Kerem ji BasNewsê re got: “Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê rêkeftineke dîrokî û stratejî bû, ew petrol ku dê were şandin jî peywendiya wê bi Tirkiye ve heye.”

Derbarê serdana Taner Yildiz de, Erefat Kerem got: “Serdana Yildiz di çarçoveya alîkarîkirina Iraqê di frotina petrolê de ye, herwiha bilindkirina astê dahata petrolê û çalak kirina rêyên frotina petrolê.”

Navbûrî diyar kir jî ku, di demên bê de wê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî serdanaBexdayê bike, lewma pêşwazî tê kirin ku civîneke sê alî li Bexdayê birêve biçe.

Basnews
Top