Li Misirê biryara darde kirinê bo 180 kesan hate derkirin
Dadgeha Misirê biryara darde kirinê bo 180 kes der kir.
Îro dadgeha giştî ya Misirê bi tawana êrîş kirine ser hêzên polîs di xwepîşandanên piştî li kar ladana Mursî û kuştin hêzên polîs biryara darde kirinê bo 180 kes der kir.
Weke tê zanîn di encama ev êrîşa han de herî kêm 11 polîs û du welatiyên medenî hatibûn kuştin.
Jêderên nûçeyan jî belav kirin ku ev kesên han bi tawana kuştina 11 polîsan û aloz kirina rewşa ewlekarî ya welat bi cezaya darde kirinê hatine mekûmkirin.
