Heyeteke Berîtanî û Romanî serdana mezara Nemiran kir
Heyeteke Berîtanî û Romanî serdana mezara Nemiran ya li Barzanê kir.
Di çarçoveya serdana welatiyên Kurd û biyanî bo ser mezara Nemiran ya li Barzanê de îro heyeteke hevbeş ya her du Konsulusxaneyên Berîtanya û Romaniyayê serdana mezara Nemiran ya li Barzanê kir.
Heyeta hevbeş ji aliyê nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin û piştî merasima pêşwazî û danîna deste golê li ser mezara Nemiran Konsulusê Berîtanyayê li ser navê her du heyetan peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser xebat û têkoşîna Nemiran ya bo azadiya gelê Kurd û ev xebat û têkoşîna han bi girîng wesif kir.
