• Monday, 16 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê bû xwediyê Desteya Serbixwe ya Hilbijartinan

Gulan Media December 3, 2014 Nûçe
Herêma Kurdistanê bû xwediyê Desteya Serbixwe ya Hilbijartinan
Li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê ku divê lez bê kirin di pêkanîna Komisyona Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê de, îro endamên wê desteyê ku ji 9 kesan pêk tên li Parlamentoya Kurdistanê bawerî wergirtin.

Parlamentoya Kurdistanê îro bi piraniya dengê parlamenteran bawerî da 9 endamên Desteya Serbixwe ya Hilbijartinan û Serokê Liqa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Hilbijartinên İraqê bû serokê wê desteyê.

Hêjayê gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di meha Temûza îsal de, daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir ku di hundirê 3 mehan de proje-yasaya Desteya Hilbijartin û Referandûmê pesend bike. Piştî çendîn gotûbêjan, bi dengê piraniya parlamenteran ew proje-yasa hat pesendkirin. Barzanî diyar kiribû ku evna wek amadekariyekê ye da li seranserê Herêma Kurdistanê referandûm were kirin

Navê endamên ku hatine hilbiratin ev in:

Hindirîn Mihemed

1- Ebdulsemed Xizir

2- Silêman Mistefa Hesen

Îsmaîl Heme Elî

Şîrwan Zirar Nebî

Cotyar Adil

Rêzan Heme Reşîd

Nehro Selîm Hena

Sebah Kureçî

Basnews
Top