• Monday, 16 February 2026
logo

PYDKS pesnê berxwedana Pêşmerge û HPGê li Kobanî da

Gulan Media December 3, 2014 Nûçe
PYDKS pesnê berxwedana Pêşmerge û HPGê li Kobanî da
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) ragihand ku, pirsgirêkên nava partiya wan bi rêya televîzyonê û malpera Facebookê çareser nabin. Herwiha pesna berxwedana Pêşmerge û HPGê li Kobanî da.

Serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) li bajarê Dêrikê civiya û di daxuyaniyekê de encama civîna xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, PYDKSê di civîna xwe de rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî nirxandiye, ku çawa rastî êrişên DAIŞê hatine.

Herwiha Serkirdatiya PYDKSê rêz li berxwedana hevbeş a Hêzên Pêşmerge û gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) li Kobanî girtine.

Di beşeke dinî wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, Partiya wan piştevaniyê li pêşniyara Şandeyê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan De Mistura dike, da ku ku dawî bi şer û pevçûnên li Sûriyê bê û alîkarî bighên destê xelkên li hundirê Sûriyê.

Serkirdatiya PYDKSê di wê civînê de li ser aloziyên partiya xwe ji aliyê rêxistinî ve rawestane û di daxuyaniya wan de hatiye gotin ku civînê tekez li ser wê yekê kir ku, gilî û pirsên rêxistinî yên nav partiya wan bi rêya televîzyonê û malpera Facebookê çareser nabin.

Ev gotin wek bersivekê bû li ser wan kesên ku bi rêya televîzyonan û Fecebookê rexneyê li siyaseta partiya xwe digirin.

Rudaw
Top