Kerry: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê pêngaveke mezin bû
Îro civîna welatên endamên hevpeymaniya nêvdewletî li dijî DAIŞ li Brûkselê dest pê kir.
Civîna ku ji her 60 welatên endam di hevpeymaniyê de başdar, tê de beşdar bûn û bi serkirdayetiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi rêve diçe.
Di civîna ku li baregeha NATOyê de tê li darxistin, Her 60 wezîrên welatên endam di hevpeymaniya li dijî DAIŞ de, bîr û nerînên xwe û setratejiyên şerê li dijî DAIŞê bi hevre gotûbêj dikin.
Wezîrên derve yên çend welatên erebî jî di civînê de Amade ne, wek Erebistana Siûdî, Urdin û Îmarat û çend welatên din.
John Kerry di wê civînê de gotinek pêşkêş kir û behsa girîngiya hevpeymaniyê li dijî DAIŞê kir û tekez kir ku ewê berdewam bin li ser êrişên xwe li dijî baregehên DAIŞê li Iraq û Sûriyê û got: “Divê em rê li ber pêşveçûnên DAIŞê bigirin wek çawa me rê li Kobanî li ber wan girt.”
Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê, balkşand ser girîngiya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê û raghand ku yek ji wan pêşketinên ku li navçeyê çê bûye, rêkeftina di navbera Hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê de bû.
Kerry li wir ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û di wê civînê de pîrozbahî li rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got: “Ew rêkeftin pêngaveke mezin e li dijî DAIŞê. Herwiha rêkeftineke mezin e bo hemû Iraqê.”
Tê zanîn ku ev civîn, yekemîn civîn e ku li ser astê wezîran derve yên welatên endamên hevpeymaniyê de tê li pêk anîn.
Rudaw
