• Monday, 16 February 2026
logo

Li Qendîl PKK û Tirkiye li hev dicivin

Gulan Media December 3, 2014 Nûçe
Li Qendîl PKK û Tirkiye li hev dicivin
Biryare şandeke Tirkiye serdana Qendîl bike û ligel berpirsên Koma Civakên Kurdistanê (KCK)`ê bicive.

Alavên ragihandina Tirkiye, serdana şandeke Tirkiye bo çiyayê Qendîl ku, Gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) lê ne aşkere kirin, bê ku dema wê serdanê diyarbikin.

Li gor zanyariyan, ev yekem car e ku Tirkiye şandeke dişîne Qendîlê da ku ligel berpirsên KCKê bicive.

Herwiha alavên ragihandinê aşkere jî kirin ku, armanc ji serdana wî şandî, gotûbîjkirin li ser berheviyên proseya çareseriyê ye li Tirkiye û peywendî bi çekdanîna (PKK)`ê heye, hevdem ligel wî şandî wê çend berpirsên Partiya Demukrata Gelan(HDP)`ê jî hebin.

Basnews
Top