• Monday, 16 February 2026
logo

Konsulxaneya Hindistanê li Hewlêrê tê vekirin

Gulan Media December 3, 2014 Nûçe
Konsulxaneya Hindistanê li Hewlêrê tê vekirin
Encumena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya heftane de daxwaza Hindistanê bo vekirina kunsulxaneya xwe li Hewlêrê, pejirand.

Encumena Wezîran di daxuyaniyekê de ragihand: “Me di civîna xwe ya heftane de, daxwaza welatê Hindistanê bi vekirina kunsulxaneya wan li bajarê Hewlêrê pejirand.”

Di wê daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku, “Sînorê çalakiyên wê kunsulxaneyê tenê hersê parêzgehên Kurdistanê ne (Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê).”

Encumena Wezîran a Iraqê di daxuyaniya xwe de, da zanîn ku, “Li hemberî wê biryarê de, ji mafê Iraqê ye ku di pêşerojê de kunsulxaneya welatê xwe li Hindistanê veke.”

20 kunsulxane û nûnerayetiyên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê hene, ku ji wan jî, Kunsulxaneya Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Tirkiye û Îran.

Rudaw
Top