• Monday, 16 February 2026
logo

Hêza Pêşmerge gehişte nav Kobanê

Gulan Media December 3, 2014 Nûçe
Hêza Pêşmerge gehişte nav Kobanê
Doh (02.12.2014) 150 Pêşmergeyên din ên Kurdistanê ji Hêza Piştîvanî ya (1-2) ser bi Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bi rêya Firokexaneya Hewlêrê çûn Bakurê Kurdistanê daku cihên wan Pêşmergeyên din bigrin ku berî bi mehekê çûbûn bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Hêza Pêşmerge ya li Kobanê ji BasNewsê re got: ‘’Ew Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di deriyê başûrê Kobanê re derbasî nav bajêr bûn. Herwiha tu zerarek neghiştiye wan Pêşmergeyan û niha li gel hêza din a Pêşmergeyan e ku berê li Kobanê bûn.’‘

BasNewsê belav kiribû ku ew Hêza Pêşmerge ya doh êvarê saet 07:00 gehiştibûn bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê û dema dixwestin ji wir derbasî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bibin, Pêşmergeyên din çûne daku wan bighînin Kobanê, lê çekdarên DAİŞ’ê êrîşî wî deriyê sînor kirine ku Pêşmerge têre derbas dibin.

Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û razîbûna Parlamentoya Kurdistanê bi armanca piştîvaniya şervanên Kurd û parastina Kobanê, Hêzeke Pêşmerge roja 28.10.2014’ê bi rêya Tirkiyê çûn Kobanê û ligel gehiştina wan bo bajêr, hevsengiya şer di berjewendiya Kurdan de hat guhertin.

Basnews
Top