Pêşmerge dîsa bi tundî bersiva DAIŞê da
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê şevê din li gundê Eyîn Mani di navbera Bendava Mûsilê û nahiyeya Tilkêfê yên Mûsilê, êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û piştî şerekî 2 seatî, çekdarên DAIŞê nikarîn pêşve biçin û ji wê deverê reviyan.”
Derbarê ziyanên DAIŞê jî, wî fermandarî wiha domand: “2 termên DAIŞê li cihê şer mane, lê Hêzên Pêşmerge bê ziyan bûn.”
Ji aliyekî dî ve, di encama êrişekî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de, hejmareke çekdarên DAIŞê li başûrê rojavayê Kerkûkê hatin kuştin û birîndarkirin.
Çavkaniyeke ewlehî li Kerkûkê eşkere kir ku, “Hejmarek çekdarên DAIŞê, ji ber bombebarankirina balafiran li deverên Riyaz, Reşad û gundên derdora qeza Hewîce li rojavayê Kerkûkê hatin kuştin.”
Rudaw
