• Monday, 16 February 2026
logo

Taner Yildiz: Em bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê keyfxweşin

Gulan Media December 3, 2014 Nûçe
Taner Yildiz: Em bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê keyfxweşin
Wezîrê Enerjiya Tirkiyê, Taner yildiz di derbarê rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de keyfxweşiya xwe anî ziman.

Yildiz di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de got, wan di serî de heta niha daxwaz ji hemû aliyan dikirin ku li ser berjewendiya hemû Iraqê li hev bikin.

Taner yildiz herwiha ji Rûdawê re ragihand ku ewê di rojên pêş de serdana Bexdayê bike û wezîrê petrola Iraqê jî wê di van du rojan de serdana Tirkiyê bike

Wezîrê Tirkiyeyê li ser hevkirina Hewlêr û Bexdayê wiha got:

“Me di serî de digot Bexda û Hewlêr wê dahatên xwe parve bikin û emê jî piştgiriya Iraqê bikin. Gellek dewlet li dijî vê sîstemê derdiketin. Tirkiyê bi tena serê xwe ev sîstem meşand. Îro jî em dibînin ku Hewlêr û Bexda gorî berjewendiyên xwe vê sîstemê dipejirînin û li hev dikin. Ev yek ji bo herêmê cihê keyefxweşiyê ye.”

Rudaw
Top