Adil Nûrî: Nûrî Malikî tê girtin
Endamê Parlamentoya İraqê Adil Nûrî behsa çend gendeliyên Nûrî Malikî kir û got: ‘’Çarenivîsa Malikî jî wek ya Sedam lê tê.’‘
Di vê derbarê de Parlamenterê Kurd Adil Nûrî ji BasNewsê re got: ‘’Me komîteyek pêk aniye, di van rojan de dest bi kar dibe û belgeyan kom dike. Li gor hinek belgeyan ferman ji fermandeyên leşkerî re hatiye ku vekişin berî DAİŞ bê Mûsilê, herwiha çekên xwe teslîm kirine. Ebadî bi xwe jî di wê baweriyê de ye ku evna rast e.’‘
Adil Nûrî wiha axifî: ‘’Wek parlamento me komîte pêkaniye, gelek dosya li ser Malikî hene û çarenivîsa Malikî ji ya Sedam xirabtir dibe, wê dema li ser desthilatê jî bû hemû kesî digot postê xwe ji dest bernade lê min digot ne tenê dest jê berdide lê paşeroja xwe jî dixe jêr pirsyarê, herwiha xwe, mal û zarokên xwe û her çar derdorên xwe dixe metirsiyê.’‘
Nûrî da zanîn ku gelek dosya li ser Malikî hene û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Malikî gelekî dîktator bû. Di raprta Şefafiyeta Navdewletî de wiha tê gotin; Ji sala 2013 heta 2014 ew gendeliya li İraqê hatiye kirin di dîroka mirovayetiyê de tiştê wiha nebûye û divê Malikî were girtin. Ji ber gelek dosya li ser in û xwe û zarokên xwe jî jinav dibe, yek lîsteya 45 milyar dolarî nexwiya ye û fature nîne, loma niha Ebadî li ser vê dosyayê dixebite.’‘
Basnews
