Salih Mislim sosret axivî: Em û Cebhetl el-Nusra mîna hev difikirin
Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvînekê de digel yek ji saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê got, çûna pêşmergeyan bo Kobanî, hêzek e ji bo hemû Kurdan û diyar kir ku dema wê hatiye Kurd bibin yek, ji ber ku dujminê Kurdan dijminekî bihêz e û Kurd di bin gefên mezin de ne.
Salih Mislim her wiha got, ev ne cara yekemîn e ku Kurd di çepera şer de hev digirin çimkî beriya şerê Kobanî li Rebîe, Şingal û Til Koçerê hevkarî di navbera YPG û pêşmergeyan de hebû.
Hevserokê PYDê anî ziman ku dema Kurd dibînin YPG û pêşmerge bi hev re şer dikin moralê wan pir bilind dibe, ev jî di navbera kurdan de nêzîkbûnekê çêdike.
Salih Mislim tiştekî sosret jî got û ragihand, ti programeke DAIŞê ji bo Sûriyê tine û wiha axivî:
“Niha Efrîn di bin tehdîda Cebhet el-Nusra de ye. Cehbet el-Nusra Sûriyeke demokratîk dixwaze, em jî Suriyeke demokratîk dixwazin, armanca me yek armanc e, êdî em dikarin bi hev re kar bikin lê belê ew şer difroşin kurdan.”
Rudaw
