HAK-PAR: Bila PKK xebata xwe ya çekdarî bidawî bîne
HAK-PARê di daxuyaniyekê de encamên civîna xwe ya 30ê Mijdara îsal a li Amedê hatibû lidarxistin, eşkere kir û ragihand, heta niha jî pirsgirêka kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û li benda çareseriyeke bilez e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku eger pirsgirêka Kurd û Kurdistanê tenê di çarçoveya PKKê de were dîtin wê demê hewlên çareseriya wê pirsgirêkê dê bêencam bimînin û wiha hat ziman:
“Em hevdîtin û diyaloga navbera PKK û MÎTê her wiha bêdengkirina çekan baş dibînin û piştgirî dikin lê li gorî me, pirsgirêka kurd tenê bi dayîna mafên bingehîn ên kurdan tê çareserkirin. Ev jî dikare bi sîstemeke federatîf pêk were.”
HAK-PARê her wiha bang li PKKê kiriye ku xebata xwe ya çekdarî bidawî bîne û bang li hikûmetê jî kiriye ku siyaseta xwe li hember çareserkirina pirsa kurd eşkere bike.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew piştgiriya serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu ya Herêma Kurdistanê dikin û pêşketina pêwendiyên Başûr û Tirkiyeyê baş dibînin.
Rudaw
