Hêzên pêşmerge ber bi Kobanê ve birê ketin
Di çarçoveya şandina hêzên pêşmerge bo bajarê Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê de yaku beriya mehekî bi fermana Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dest pê kiribû, îro jî hêzeke din ya nû ber bi Kobanê ve hate şandin.
Biryare ev hêza ku îro diçe Kobanê cêyê ew pêşmergeyan bigire ku meha derbasûyî ji bo Kobanê hatibûn şandin.
Ji aliyeke din ve jî tê gotin ku şer û pevçûnên heyî yên di navbera hêzên Kurdî û terorîstên DIŞIê li Kobanê de didome û hêzên Kurdî derbên dijwar li terorîstên DIŞIê dixin.
