Herjmara kuştiyan li Sûriyê 200 hezar kes derbaz kir
Çalakvanên Sûriyê belav kirine ku, ji heyva Adar ya sala 2011`an û heya niha hejmara kuştiyên Sûriyê 200 hezar kes derbaz kiriye.
Ajansa France Press li ser zarê çalakvanên Sûriyê belav kiriye ku, ji heyva Adar ya sala 2011`an û heya niha hejmara kesên di şer û pevçûnan de li Sûriyê hatine kuştin gihîştiye 202 Hezar û 354 kesan.
Her weha behsa wê yekê hatiye kirin ku, ji wê hejmarê 130 kes çekdarên şerker bûne.
Amaje bi wê yekê kiriye ku, di heyama bûrî de zêdetirî 63 hezar welatiyên sivîl û 10 Hezar û 377 zarok jî bûner qurbaniyên şer û pevçûnan.
Xendan
