• Monday, 16 February 2026
logo

Zêdetirî 38 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin

Gulan Media December 3, 2014 Nûçe
Zêdetirî 38 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin
Navenda Çapemeniya Hêzên YPG’ê şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Kobanê yên 24 demjimêrên dawîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di encama şer û pevçûnên duhî de 38 çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) hatine kuştin û cenazeyê 5 çeteyan jî di destên şervanên YPG’ê de ne. her wiha hate gotin ku 3 şervanên YPG’ê jî bi qehremanî gihîştine asta şehadetê.

Hêrîşên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) bi armanca dagîrkirina Kobanê di roja 78'an de dewam dike.

Duh bi şev li eniya Rojhilat li devera Bazara Sebzeyê (Sûk El-Hal) û taxa Kaniya Kurdan di navbera hêzên me û komên çete de şer derketku di encam de 8 kuştiyên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) hat tesbîtkirin.

Her duhî êvarî demjimêr 18.30'an li eniya Başûr-Rojhilat li Meydana Azadî û li kolana 48'an şerê ku derket heta danê sibê bê navber dewam kir ku di şerê 3 xalên cûda de derket derbên giran li çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) hatin xistin û di encam de 15 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin ku di nava çeteyên kuştî de serokê çeteyan ê bi navê Esedûllah El Şîşanî û berpirsyarê tenduristiyê fermandarekî çeteyan hene.

Li eniya Başûr jî hêzên me li dijî hin xalên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) çalakiyên bi bandor pêk anîn ku di encam de 12 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin û termên 5 çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) jî di destên şervanên me de ne , her wiha 1 çeka BKC û 2 Kilaşnîkov hatin desteserkirin.

Li başûr-Rojavayê Kobanê li gundê Menîtê jî hêzên Kurdî li dijî komên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

Her weha di 24 demjimên bûrî de 3 şervanên YPG bi fedekarî li ber xwe dan, bi qehremanî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.

Ji aliyekî din ve Ketîbeyên Şems El-Şemal a Artêşa Azad ragihand ku, fermandarekî wan yê bi navê Salih Ebû Firat di şer û pevçûnên deriyê sînorê Murşidpinarê de jiyana xwe ji dest daye.

Xendan
Top