Zêdetirî 38 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin
Hêrîşên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) bi armanca dagîrkirina Kobanê di roja 78'an de dewam dike.
Duh bi şev li eniya Rojhilat li devera Bazara Sebzeyê (Sûk El-Hal) û taxa Kaniya Kurdan di navbera hêzên me û komên çete de şer derketku di encam de 8 kuştiyên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) hat tesbîtkirin.
Her duhî êvarî demjimêr 18.30'an li eniya Başûr-Rojhilat li Meydana Azadî û li kolana 48'an şerê ku derket heta danê sibê bê navber dewam kir ku di şerê 3 xalên cûda de derket derbên giran li çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) hatin xistin û di encam de 15 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin ku di nava çeteyên kuştî de serokê çeteyan ê bi navê Esedûllah El Şîşanî û berpirsyarê tenduristiyê fermandarekî çeteyan hene.
Li eniya Başûr jî hêzên me li dijî hin xalên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) çalakiyên bi bandor pêk anîn ku di encam de 12 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin û termên 5 çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) jî di destên şervanên me de ne , her wiha 1 çeka BKC û 2 Kilaşnîkov hatin desteserkirin.
Li başûr-Rojavayê Kobanê li gundê Menîtê jî hêzên Kurdî li dijî komên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Her weha di 24 demjimên bûrî de 3 şervanên YPG bi fedekarî li ber xwe dan, bi qehremanî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
Ji aliyekî din ve Ketîbeyên Şems El-Şemal a Artêşa Azad ragihand ku, fermandarekî wan yê bi navê Salih Ebû Firat di şer û pevçûnên deriyê sînorê Murşidpinarê de jiyana xwe ji dest daye.
Xendan
