• Monday, 16 February 2026
logo

‘Çendîn endamên DAİŞ’ê di nav koçberan de hatine girtin’

Gulan Media December 2, 2014 Nûçe
‘Çendîn endamên DAİŞ’ê di nav koçberan de hatine girtin’

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku çendîn kesên ser bi grûba DAİŞ’ê, ku xwe wek koçber pêşan dane, ji aliyê dezgehên ewlekariyên yên Kurdistanê ve hatine girtin.’‘

Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re got: ‘’Zêdebûna koçberên İraqî, ligel krîza aborî ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûye, bûye pirsgirêkeke mezin li pêşiya hêzên ewlekariyê û karmendên asayîşê.’‘

Reuters di raportekê de balê dikşîne ser qayîmkirina tedbîrên ewlekariyê li Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî teqîna li ber Walîtiya Hewlêrê. Di raportê de tê gotin ku hatina daniştvanên navçeyên navend û başûrê İraqê bo Herêma Kurdistanê gelekî dijwar bûye, berê xelkê wan navçeyan tenê bi kefalet dihatin nav Herêma Kurdistanê, lê belê niha tenê kefalet têr nake.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha dibêje: ‘’Hinek rewş hene, kesên alîgirên DAİŞ’ê û endamên DAİŞ’ê bi navê koçberan xwe veşartine, çendîn kesên wiha jî hatine girtin.’‘

Li gor raportê niha zêdeyî 250 hezar kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sîriyê wek koçber li Herêma Kurdistanê ne. Derbarê koçberên navçeyên din ên İraqê de jî wiha tê gotin: ‘’76 hezar ji xelkê Enbar, 131 hezar û 400 kes daniştvanên Mûsilê, ligel hatina DAİŞ’ê hatine Herêma Kurdistanê. Piştî êrîşên DAİŞ’ê bo ser Herêma Kurdistanê jî, 429 hezar kesên din ên sînorê parêzgeha Mûsilê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.’‘

Li gor raportê, piraniya koçberan jî hatine parêzgeha Duhokê û piştî êrîşên DAİŞ’ê bo ser Kobanê jî, 20 hezar kesên din ên danişvanên wî bajarê Rojavayê Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê.

Basnews
Top