• Monday, 16 February 2026
logo

Ji Pêşmerge re jî 1 milyar dolar tê

Gulan Media December 2, 2014 Nûçe
Ji Pêşmerge re jî 1 milyar dolar tê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê şanda Kurdistanê bo Bexdayê Nêçîrvan Barzanî di civîneke rojnamevanî de naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser mijara petrolê û beşê Herêma Kurdistanê ji butceya Iraqê diyar kir û bi “girîng” da zanîn.

Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa nav civînan wiha got: “Ew civîn baş bûn û niyetekî baş ji bo çareseriya arîşeyan li ba herdu aliyan hebû.”

Barzanî ragihand: “Em dixwazin nakokî û arîşe bên çareserkirin ji ber ku ew yek ji bijardeyên din baştir bû. Piştî wan civînan em gihîştin hinek rêkeftinan ku di berjewendiya herdu aliyan de ne.”

Derbarê naveroka rêkeftinê jî Serokwezîrê Kurdistanê wiha got: “Emê rojane 250 hezar bermîl petrol ji bîrên Herêma Kurdistanê û 300 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê jî bidin Bexdayê. Bexda jî dê %17 ji butceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne.”

Barzanî da zanîn ku, “Her di civînê de hatiye ku Hikûmeta Iraqê trilyonek û 200 milyar dînar (1 milyar dolar) ji Hêzên Pêşmerge re bişîne. Ew pere dê ne ji beşê Herêma Kurdistanê ji butceya Iraqê be, lê belê dê ji beşê Wezareta Parastinê ya Iraqê be.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Ew lihevkirin ne rêkeftina dawî ye, ji ber ku tiştên din mane ku em li ser wan biaxivin û wan çareser bikin, lê ev rêkeftin destpêkeke baş e bo çareserkirina hemû arîşeyan. Em dilxweşin bi wê rêkeftinê ji ber ku destkefteke base ji bo hemû aliyan û em qonaxên baş pêşve çûne.”

Rudaw
Top