• Monday, 16 February 2026
logo

Totalê bîreke petrol û gazê li kêlgeha Herîr dît

Gulan Media December 2, 2014 Nûçe
Totalê bîreke petrol û gazê li kêlgeha Herîr dît

Şirketa Total a Fransî ku li kêlgeha petrolê ya Herîr kar dike, bîreke petrolê ya nû dît bi navê Cêsîk-1 û şiyaneke wê ya zêde bo berhemanîna petrol û gazê heye. Bîra petrolê 60 kîlometre dikeve bakurê Hewlêrê û kurahiya bîra ku hatiye kolandin jî 4511 metre ye.

Evna duyem bîra petrolê ye ku di heyama kêmî salekê de ji aliyê şirketa Total ve tê dîtin. Herwiha evna di demekê de ye ku berê karkirina wê şirketê Fransî li wê kêlgeha petrolê xistibû jêr pirsyarê.

Pişka şirketa Total ji wê kêlgeha petrolê ji sedî 35 e, pişka şirketa Maraton a Amerîkî ji sedî 45 û pişka hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji sedî 20 e. Li gor pêşbîniyên pisporên warê petrolê, şiyana berhemanîna wê kêlgeha petrolê 6100 bermîl e di rojekê de û 10-15 milyon metrekup gaza xwezayî jî di rojekê de.

Di vê derbarê de Cîgirê Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Total Mark Blaizoti got: ‘’Evna nîşaneya serkeftina stratejiya şirketa Total e, ev serkeftin jî dibe sedema zêdetir em li wê navçeyê kar bikin, bi taybet li her du kêlgehên petrola Herîr û Taze.’‘

Mark wiha dibêje: ‘’Di stratejiya sala dahatû de em dê kar li ser her du kêlgehên petrolê yên Beranan û Sefîn jî bikin, armanc jî zêdetir pêşxistina karê me ye.’‘ Wek gele şirketên cîhanî yên warê petrolê, Total jî çend girêbest li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirine daku li Başûrê Kurdistanê kar bike.

Basnews
Top