• Monday, 16 February 2026
logo

Di salekê de 12 hezar kes hatin kuştin

Gulan Media December 2, 2014 Nûçe
Di salekê de 12 hezar kes hatin kuştin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, di meha borî de zêdetirî 12 hezar kesî li Iraqê di encama karên tundûtûjiyê de hatin kuştin.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de diyar kir ku di mijdara borî de hezar û 232 hemwelatiyên Iraqê di encama teqîn û karên çekdarî û terorîstî de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hatiye destnişan kirin ku di meha borî de 2 hezar û 434 hemwelatiyên din yên Iraqê jî birîndar bûne.

UNAMI da zanin ku hejmara qurbaniyên tundûtûjiyê li Iraqê di mijdarê de li hember cotmeha borî bi qasî nêzîkî 40 kuştiyan kêm ket.

UNAMI balê dikişîne ku di meha borî de bi tenê li parêzgeha Bexdayê 332 kes hatine kuştin û 921 kes birîndar bûne.

Li gor hejmarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka sala 2014 de û heta niha 12 hezar kes li Iraqê hatine kuştin û nêzîkî 22 hezar kes jî birîndar bûn.

Rudaw
Top