• Monday, 16 February 2026
logo

Jina Bexdadî û kurê wî hatin girtin

Gulan Media December 2, 2014 Nûçe
Jina Bexdadî û kurê wî hatin girtin
Hat îdia kirin ku jina “Xelîfe” DAIŞê Ebubekir Bexdadî û kurê wî li ser sînorê Libnan û Sûriyê hatin binçavkirin.

Reutersê ragihand ku hêzên Libnanê jinek û kurekî "Xelîfê” DAIŞê Ebubekir Baxdadî li ser sînorê Sûriyê girtin.

Rojnameya As-Safir a Libnanê jî diyar kir ku jin û kurê Bexdadî bi alîkariya saloxgeriyên biyanî hatin girtin.

Îbrahim Avvad Elî Bedrî yê bi navê Ebubekir El Bexdadî tê naskirin ji sala 2004an ve di listeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya “terorîstan” de ye.

DYAyê ragihandibû kesê ku wî bigire an jî bikuje dê bi 10 milyon dolaran bê xelatkirin.

Bexdadî piştî şerê Sûriyê yê navxweyî sala 2011an li Sûriyê, Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) avakir.

Ji beriya niha jî hatibû îdiakirin ku Bexdadî ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ve hatibû birîndar kirin.

Rudaw
Top