Parlamentoya Iraqê rêkeftina ligel Hewlêrê pejirand
Parlamentoya Iraqê, îro rêkeftina Petrolê ya navbera Hewlêrê û Bexdayê ku, divê Herêma Kuridstanê rojane 250 hezar bermîl petrol bi rêya şirketa SOMO re bişîne bazarên cîhanê pejirand.
Di rûniştina îro, Sêşemê, ya Encûmena Wezîrên Iraqê de biriyar hate dayîn ku, ew rêkeftina navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kuridstanê bi pejrîne, li gor daxuyaniya ofîsa ragihandina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di rêkeftinê de hatiye, rojane Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikêmî 250 hezar bermîl Petrol radestî Hikûmeta Iraqê bike.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye“Rojane 300 hezar bermîl Petrol ji Kerkûkê bi rêya hêla petrolê ji Herêma Kurdistanê ve bo derve bê şandin“.
Derbarê pirsa Pêşmerge de, di daxuyaniyê de hatiye, ligor wê rêkeftinê kujmekê ji pereyên diyarkiriyên Hêzên Artêşa Iraqê bo Hêzên Pêşmergeyên Kurditanê bê diyar kirin, ji ber ku beşeke ji sîstema berevaniya Iraqê ne.
Herwiha wê rêkeftinê pişka Herêma Kurdistanê wek xwe hîştiye, bi rêjeya ji sedî 17`e pejirand.
Basnews
