• Monday, 16 February 2026
logo

Hevpeymana navdewletî şandina hêza bejayî gotûbêj dike

Gulan Media December 2, 2014 Nûçe
Hevpeymana navdewletî şandina hêza bejayî gotûbêj dike
Biryar wiha ye ku îro li navenda NATOyê wezîrên derve yên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê bicivin û tê çaverêkirin ku di civînê de şandina hêza bejayî bo şerê DAIŞê bê gotûbêjkirin.


Herwiha biryar e îro wezîrên derve yên welatên endamê NATOyê li Brûkselê civînekê pêk bînin û tê de mijarên Ukrayna, mana serbazên NATO li Afganistanê tên gotûbêjkirin.

Sekreterê NATOyê Jens Stooltenberg ragihand ku ti daxwaziyeke fermî li ser beşdarbûn di şerê Sûriyê de ji wan re nehatiye pêşkêşkirin û li ser rewşa Iraqê jî got ku ewê alîkariyên xwe jê re bidomînin.

Top