• Monday, 16 February 2026
logo

Di civînê Bexdayê de tu diltengî û hêrsbûn çênebûne

Gulan Media December 2, 2014 Nûçe
Di civînê Bexdayê de tu diltengî û hêrsbûn çênebûne
Hindeke saziyên mediyayê ragehandiye ku, qaşo birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di civîna îro ya danûstandinên digel Bexdayê hêrisbûye û nexwestiye birêz Hisên şehristanî wezîrê berê yê neftê yê hikûmeta Îraqê beşdarî civînê bibe.

Ev nûçeye ji rastiyê dûr e, nûçeyek çêkiriye û bêsas e, bervajiya wê nûçeyê, tu diltemgî û hêrisbûn di civîne de nebûn, civîn di atmosferekî erênî de bi rêve diçin û berdewam in. Timam bervajiya wê nûçeyê, di hemû dîdar û civînan de tu hêrisbûn û diltengî nebûn û di navbera her du birêzan Nêçîrvan Barzanî û Hisên û Şehristanî gelek normal û xweş e.

Samî Ergoşî
Sekreterê rojnamevaniyê serokwezîr
01.12.2014


Top