Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Îraqê li Bexdayê civiyan
Di civînê de rewşa nuha Îraq tê de derbas dibe û cenga dijî terorê, giringiya hevahengî û hevkariya hemû aliyan di şerê dijî terorê de hatin gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd lis er wê yekê kir ku, ji bona serkeftin bi ser terorê de pêwîstî bi yekrêziya hemû îraqiyan heye. Di civînê de behsa rewşa penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene hat kirin ku, pêwîstiya wan bi alîkariya aliyên îraqî û navdewletî heye.
Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Îraqê hêvî kir ku, serdana şandeya balaya herêma Kurdistanê bo Bexdayê û dirustbûna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê ji bo çareserkirina hemû pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê rêxweşker bin.
Wezîrê derve yê Îraqê got ku, esasê hemû sîstemên federalî yekgirtineke bixwesteke li ser bingehê yekrêzî û hevduqebûlkirin, ne li ser esasê sitemkariyê.
Li dor alîkarîkirina koçberan jî, Caferî got ku, ew hertim di serdananên xwe yên bo derveyî welêt daxwazê ji civaka navdewletî dike ku, dîrekt alîkariya herêma Kurdistanê bikin .
Nêcîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû hêsankariyan ji bo wan tîmên navdewletiyên li Bexdayê ne bên bo herêma Kurdistanê pêşkeş bike û eynî wan tedbîrên li balefrixaneya Bexdayê hene, li balefirxaneyên herêma Kurdistanê jî bo wan balefirên alîkariyên însanî û serbzaî digehînin Îraq û herêma Kurdistanê cîbicî bike.
