• Monday, 16 February 2026
logo

Civînên Bexdayê di atmosferek erênî de berdewam in

Gulan Media December 2, 2014 Nûçe
Civînên Bexdayê di atmosferek erênî de berdewam in
Duh roja duşemiyê 01.12.2014ê li Bexdayê, şandeya balaya herêma Kurdistanê a bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanê serokwezîrê herêma Kurdistanê digel hikûmeta federasliya Îraqê bi seroaktiya Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê sêyemîn civîn saz kir.

Ev civîn berdewamiya her du civînên sibehê û piştî nîvroya îro bû ku di atmosferekî erênî û geşbînî de bi rêve çûn û di wan civînan de bi awayekî vekirî û zelal pirsgirêk û dîtinên her du aliyan li ser çewaniya çareserkirina wan pirsgirêkan hatin ber çav kirin. Civîna sêyemîn jî bi awayekî geşbînî bi dawî hat û tê çaverêkirin ku, sibê roja sêşemiyê civînek din bê saz kirin û bigehin encamên dawiyê û her du aliyan geşbîniya xwe ji bo gihiştin bi rêkeftin û çareserkirina pirsgirêkan tekîd kir.

Di civînê de Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, Roj Nurî Şaweys cîgirê serokwezîrê Îraqê, wezîrê êkonomî, wezîrê samanên xwezayî, wezîrê pilandananê amade bûn û ji aliyê Îraqê jî ve wezîrê neftê, wezîrê pilandananê, wezîrê xandina bala amade bûn.
Top