Li Guwêr 20 termên din hatin dîtin
Hêzên Pêşmerg duhî dest bi operasyoneke berfireh li dijî Çekdarên DAIŞê kirin bo rizgarkirina devera Mexmûr û Guwêrê yên nêzîkî Hewlêrê û karîn hejmarek zêde ji gundên wê deverê bixin destê xwe.
Fermandarê Fermandeya Silêmaniyê Emîn Gilêcalî ji Rûdawê ragihand: “Vê sibehê dema ku Hêzên Pêşmerge li nav gundên devera Guwêrê yên rizgarkirinî digeriyan, li nêzîkî gundê Saqiye rastî termên 20 çekdarên DAIŞê hatin.”
Emîn Gilêcalî wiha domand: “Çekdarekî DAIŞê bi birîndarî ket destê Hêzên Pêşmerge, ku bi zimanê kurdî dizanî û daxwaza avê dikir.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge da zanîn ku ew niha mijûlî veşartina wan terman in.
Ew şer pir zehmet bû, lê dawî di berjewendiya Hêzên Pêşmerge de bû, ji ber ku vê carê karîn 8 gundên din jî bixin destê xwe û niha tenê 2 gund li wir di destê DAIŞê de mane.
Li eniya Mexmûrê jî, Hêzên Pêşmerge di encama operasyoneke berfireh de 6 gund ji destê DAIŞê derxistin û herî kêm 10 çekdaran hatin kuştin.
Rudaw
