• Monday, 16 February 2026
logo

Kampaniyeyeke piştgiriyê bo girtiyên girtîgeha Urmiyê lidar ket

Gulan Media December 1, 2014 Nûçe
Kampaniyeyeke piştgiriyê bo girtiyên girtîgeha Urmiyê lidar ket
Ji 20 Mijdara bûrî ve, 29 girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ketine greva birçîbûnê de, heta niha jî greva berdewame ji ber ku berpirsên girtîgehê daxwazên wan pêk neanîne.

Li gor raporteke Kampaniyaya Bergiriyê li Girtiyên Siyasî û Sivîl, di 9emîn roja grevê de hêzên asayişa girtîgehê li pêş deriyê embara wan her 29 girtiyên Kurd ih girtibûn, li gor çend çavkaniyan jî, ew endamên asayişê dixwazin êrîş bikne ser wan girtiyan.

Ji aliyek din ve yek ji wan girtitiyên siyasî bi navê Mensûrî Arwend, ku cezaya darvekirinê derheqê wî hatiye sepandin, ji bo girtîgeha Mehabadê hatiye veguhestin.

Aso Pîrotî ku yek ji endamên Kampaniyay navbûrî ye taybet ji BasNewsê re got: “Piştî ku her 29 girtiyên siyasî yên Rojhilat di girtîgeha Urmiyê de cezaya darvekirinê li ser wan heye, ji ber xirabiya rewşa gritîgeha wan, biryar dan bikevin greva xwarinê, em komek ji çalakvanên mafên mirovan û çalakvanên sivîl, ji bo piştgiriya wan girtiyan me biryar da ku kampaniyekê ji bo wan li dar bikxin.”

Li gor ku navbûrî daye xuyakirin, armanc ji wê kampaniyayê gihandina dengê wan girtiyan bi rêxistinên mafên mirovan û komeleyên cîhanî, herwiha peydakirina guvaşekê li ser Komara Islamî ya Îranê ji aliyê rêxistinên peywendîdar ve, da dxawzên wan girtiyan pêkbînin.

Basnews
Top