• Monday, 16 February 2026
logo

Koray Başûr daxwaza peywendiyên leşkerî ligel Kurdistanê dike

Gulan Media December 1, 2014 Nûçe
Koray Başûr daxwaza peywendiyên leşkerî ligel Kurdistanê dike
Herêma Kurdistanê û Korya Başûr kar ji bo pêşxistina peywendiyên di warê siyasî û leşkerî de dikin û dixwazin hevahengiya zêdetir di navbera wan de hebe.

Duh 30.11.2014 li Hewlêrê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir û balyozê Korya Başûr li Iraqê Lee John Kuan civînek encamdan û têde gotûbêj li ser pêşveçûnên Pêşmergeyan û peywendiyên her du aliyan di warê siyasî û leşkerî de kirin.

Di wê hevdîtinê de, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, behsa pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge kir tevî rûbirûbûna terorê û perwerdekirin Hêzên Pêşmerge û hêvîdar bû ku, hevahengiya anvdewletî bo Hêzên Pêşmerge zêdetir be û berdewam be.

Balyozê Korya Başûr li Iraqê Lee John Kuan ragihand ku, bi berdewamî agahdarî li çalakiyên Pêşmergeyane û hêvîdare Korya Bşûr hevahengî û alîkarya wê lige Herêma Kurdistanê zêdetir hebe.

Herwiha Balyozê Korya Başûr, bi pêwîst da zanîn ku, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Korya Başûr di warê siyasî û leşkerî de bêhtir bên pêşve birin û hevahengiyan bêhtir ber ve pêş bibin.

Basnews
Top