• Monday, 16 February 2026
logo

Ocalan: 2 PKK ên cuda hene

Gulan Media December 1, 2014 Nûçe
Ocalan: 2 PKK ên cuda hene
Birayê rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, Osman Ocalan got, a niha 2 PKKê cuda hene.

Osman Ocalan ji nivîskarê rojnameya Starê Orhan Miroglu re ragihand ku Qandil nikare Abdullah Ocalan red bike û siyaseta bimeşine.

Ocalan diyar kir ku di nav PKKê de 2 bal çêbûne û wiha got, “Li gorî min 2 PKKê yên cuda hene. Yek ya Qendîlê ye û ya din jî ya Îmraliyê ye. PKK ya Îmraliyê ya gele, lê ya Qendîlê hin taybetmendiyên wê yên cuda hene.”

Osman Ocalan wiha domand:

“Dê ji Apo re bibêjin erê lê paşê jî dê ya xwe bikin. Qendîl heta niha stratejiyek wisa dimeşand. Ramanên herî dijraber wekî Apo pesend dike, didin xuyandin û paşê jî pêk tînin.”

Ocalan anî ziman ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan namzede bibe wekî Selehedîn Eyubî û wiha pê de çû:

“Erdogan mirovek birûmet e. Li tevahiya dinê ji bo cîhana îslamiyetê xwe ji ti tiştan nade paş, hurmeta me ji vê hewldana wî re heye. Ez car caran dibêjim dikare bibe Selehedîn Eyubî. Kêfa min ji vê hewldana wî re tê. Lê yekî wisa şanaz çawa dibe ku dikarî ji hinekê din bixwaze radest bibin. Ev rewşek nakokî ye. Ne yasaya poşmaniyê, yasaya efuyê pêwîst e.”

Ocalan “pêvajoya çareseriyê” jî wiha nirxand:

“2 rê li pêşiya Tirkiyeyê hene. Yek ya pevçûnê ye. Di derbarê pêvajoya çareseriyê de ti hewldan neyên kirin. Ev yek jî ji bo Tirkiyeyê bibe bobelat. Divê ti kes vê yekê nexwaze. Rêya duyem jî ya aştiyê ye. Di vê çarçoveyê de kesên ku mişext dikarin vegerin malên xwe.”

Rudaw
Top