Pêşmerge hemû gundên Mexmur û Giwêrê rizgar kirin
Serpereştiyarê mihwerê Giwêrê Dr. Aras Heso Mîrxan ji Xendanê re ragihand: Îro Yekşeme hêzên pêşmerge ji sê qolan li mihwerê Giwêrê êrişî ew gundên li jêr destê DAIŞ de bûn kirin û karîn tevahiya gundên derdora Giwêrê ji DAIŞ paqij bikin.
Got jî: Niha sê termên DAIŞ li mihwerê Giwêr li jêr destê pêşmergan de ye ji bilî ewên ku li jêr xaniyên ruxandîde mane û bombardumanên balafirên şer de hatine kuştinê.
Mîrxan ragihand jî: Niha şer rawestiyaye û çi gund li parêzgeha Hewlêrê di destê DAIŞ de nemaye, lê mixabin 2 pêşmerge şehîd bûne.
Ji aliyekî dinê ve jî efserek li fewca yek a lîwaya 5 ya artêşa Êraqê li Mexmurê Selah Salih ji Xendanê re ragihand: Heya niha balafirên şer bi asmanê Mexmurê de digerin û cihên DAIŞ bombarduman dikin û gundên (Dugirkanê mezin û yê biçûk li gel Elîawa, Cedîdê, Gobeybe) hatine kontrol kirin.
Ew jî diyar kir ku: Zêdetir li 20 termên DAIŞ li jêr destê pêşmerge de ye û nêzîkî 20 otombêlên DAIŞ jî di encama bombardumanê de hatine şewitandin .
Amaje bi wê yekê jî kir ku: Niha tevahiya gundên Mexmurê jî ji DAIŞ hatine pakkirinê û reviyane û 5 otombêlên DAIŞ hatine desteser kirin.
Xendan
