• Monday, 16 February 2026
logo

Pêşmerge hemû gundên Mexmur û Giwêrê rizgar kirin

Gulan Media December 1, 2014 Nûçe
Pêşmerge hemû gundên Mexmur û Giwêrê rizgar kirin
Duh 30/11/2014 ji danê sibehê ve hêzên pêşmerge li herdu mihwerê Giwêr û Mexmurê êrişî DAIŞ kirin û karîn tevahiya gundên sînorê Hewlêrê li mihwerê Giwêr û Mexmurê kontrol bikin û ji DAIŞ`ê paqij bikin.

Serpereştiyarê mihwerê Giwêrê Dr. Aras Heso Mîrxan ji Xendanê re ragihand: Îro Yekşeme hêzên pêşmerge ji sê qolan li mihwerê Giwêrê êrişî ew gundên li jêr destê DAIŞ de bûn kirin û karîn tevahiya gundên derdora Giwêrê ji DAIŞ paqij bikin.

Got jî: Niha sê termên DAIŞ li mihwerê Giwêr li jêr destê pêşmergan de ye ji bilî ewên ku li jêr xaniyên ruxandîde mane û bombardumanên balafirên şer de hatine kuştinê.

Mîrxan ragihand jî: Niha şer rawestiyaye û çi gund li parêzgeha Hewlêrê di destê DAIŞ de nemaye, lê mixabin 2 pêşmerge şehîd bûne.

Ji aliyekî dinê ve jî efserek li fewca yek a lîwaya 5 ya artêşa Êraqê li Mexmurê Selah Salih ji Xendanê re ragihand: Heya niha balafirên şer bi asmanê Mexmurê de digerin û cihên DAIŞ bombarduman dikin û gundên (Dugirkanê mezin û yê biçûk li gel Elîawa, Cedîdê, Gobeybe) hatine kontrol kirin.

Ew jî diyar kir ku: Zêdetir li 20 termên DAIŞ li jêr destê pêşmerge de ye û nêzîkî 20 otombêlên DAIŞ jî di encama bombardumanê de hatine şewitandin .

Amaje bi wê yekê jî kir ku: Niha tevahiya gundên Mexmurê jî ji DAIŞ hatine pakkirinê û reviyane û 5 otombêlên DAIŞ hatine desteser kirin.

Xendan
Top