Putin îro li Tirkiyeyê
Vladimir Putin û şanda li gel wî dê îro derdora nîvro bigihî Enqere ya paytextê Tirkiyeyê.
Putin dê li Koşka Serokomariyê bi merasîmekê bê pêşwazîkirin. Pitî merasîmê dê Putin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinekê pêk bînin.
Piştî hevdîtina Putin û Erdogan dê 5emîn Civîna Encumana Hevkariya Tirkiye û Rusyayê bi rêvebirya herdûyan bê lidarxistin.
Di civîna ku wezîrên Rûsya û Tirkiyeyê jî beşdar bibin de, herdu alî gotûbêjan li ser xurtkirina peywendî û alîkariyên di navbera herdu welatan de bikin û bi taybetî di warê enerjiyê de.
Herwiha tê zanin ku di navbera herdu welatan de li ser mijarên navneteweyî nerînên cuda hene, wekî krîza li Sûriyê.
Rudaw
