Barzanî hejmara şehîd û birîndarên Pêşmerge da Bexdayê
Perlemanterê Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê Rênas Cano ji Rûdawê re ragihand: “Nêçîrvan Barzanî duhî, di serdana xwe de bo Bexdayê hejmara şehîd û birîndar û girtiyên Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, da berpirsên Bexdayê.”
Wek Rênas Cano dibêje, “Di civînên xwe de, Barzanî ji berpirsên Iraqê re gotiye, me ev hemû qurbanî pêşkêşî Iraqê kirine, ma we çi ji Hêzên Pêşmerge re kiriye?”
Derbarê kontrolkirina Mûsilê jî, wek ew perlemanterê kurd dibêje, “Serokwezîrê Kurdistanê ji berpirên Iraqê re gotiye, ku Herêma Kurdistanê Pêşmerge ji bo Mûsilê nade kuştin, ji ber ku xelkê Mûsilê bi xwe naxwazin bajarê wan bê rizgarkirin.”
Duhî şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokomarê Iraqê Dr. Fûad Mehsûm û Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û çend berpirsên din ên Iraqê civiya.
Rudaw
