Bereya El Nusra bajarê Resten kontrol kir
Di wê derbarê de çalakvanekî Sûrî ragihand ku, çekdarên Bereya El Nusra piştî ku ji çend aliyan ve hêriş kirin bo ser bajarê Resten ya parêzgeha Hims`ê û piştî şer û pevçûnên dijwar wan dikariyan wê bajarê kontrol bikin û hejmarek zor ji çekdarên Artêşa Azad jî dîl bigrin.
Li gor gotina wê çalakvanî piştî kontrolkirina wê bajarî çekdarên Bereya El Nusra gelek bazgehên pişkinînê danîn û hatûçûn li wê bajarê qedexe kir.
Xendan
