• Monday, 16 February 2026
logo

Bereya El Nusra bajarê Resten kontrol kir

Gulan Media November 30, 2014 Nûçe
Bereya El Nusra bajarê Resten kontrol kir
Bereya El Nusra ku liqê Rêxistina El Qaîdê ye li Sûriye bajarê Resten ya ser bi parêzgeha Himsê kontrol kir ku beriya niha li jêr destê Artêşa Azad ya Sûriye bû.

Di wê derbarê de çalakvanekî Sûrî ragihand ku, çekdarên Bereya El Nusra piştî ku ji çend aliyan ve hêriş kirin bo ser bajarê Resten ya parêzgeha Hims`ê û piştî şer û pevçûnên dijwar wan dikariyan wê bajarê kontrol bikin û hejmarek zor ji çekdarên Artêşa Azad jî dîl bigrin.

Li gor gotina wê çalakvanî piştî kontrolkirina wê bajarî çekdarên Bereya El Nusra gelek bazgehên pişkinînê danîn û hatûçûn li wê bajarê qedexe kir.

Xendan
Top